Jinên Başûr: Divê guhertina yasaya hilbijartinê dawî li sîstema kotayê bîne

Jinên Başûrê Kurdistanê daxwaza rêjeya ji sedî 50′ kursiyên di Parlamentoya Başûrê Kurdistanê de dikin.
Jinan diyar kirin ku heta hevsengiya di kursiyên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê de pêk neyê, wê têkoşîna wan berdewam be.

Di 2’ê Gulanê de Hevpeymaniya Jinên Başûrê Kurdistanê di çarçoveya kêmkirina vê cudahiya mezin pêngavek nû avêtin.

Ji bo dawîbûna kotaya ji bo jinan û pêkanîna rêjeya endaman 50 bi 50, proje yasayek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kirin.

“Pêwîstiya Başûrê Kurdistanê bi tecrûbeyên jinan heye”

Çalakvana parastina mafê jinan Viyan Husên daxwaza rêjeya ji sedan 50′ kursiyên di Parlamentoya Başûrê Kurdistanê de kir û got:

Hêza jinê heye ku di navendên biryardayînê de rolek mezin bilîze û bandorker be.

Divê hemû aliyên siyasî di dema diyarkirin û pêşkêşkirina namzetên xwe ji bo Komîsyona Bilind a Hilbijartinê de rêjeya jin û mêran hevseng bigire.

Her wiha di dema hilbijartinê de, jinan bi kota hesab nekin, gerel li gorî hêz û dengên wan nêzîkatî lê werin kirin.

Viyan Husên da zanîn ku gelek astengî li pêşiya pêkanîna armanc û hevsengiya rêjeya zayendî ya di Parlamentoyê de hene û got:

Bi taybetî dema ku ev yek di nava civakek mêrsalarî de bê kirin.

Rêvebera Rêxistina Me ya Geşepêdana Mirovî Bihar Elî destnîşan kir ku daxwaza zêdetir kursiyên parlamentoyê ji jinan re dikin û wiha bi dawî kir:

Hebûna jinan ya di navendên biryardayîn û yasadanînê de, sedemek ya pêşketina rewşa jinên Başûrê Kurdistanê ye.

Ji bo wê daxwaz dikin ku rêjeya jinan ya di kursiyên Parlamentoyê de bi yên mêran re hevseng bikin.

Têkoşîna jinan ya ji bo pêkanîn hevsengiya di navendên yasadanîn û biryardayînê de berdewam e.

Back to top button