Rojnamger Nîlofar Ayoubî: Jinên Afgan li dijî Talîban bi cesaretin

Rojnamegera Afgan Nîlofar Ayoubî diyar kir ku jinên Afgan li dijî zextên Talîban bi cesaret û got: ji bo guherîneke mayînde hewcedariya jinan bi piştgiriya civak û saziyên navneteweyî hene.

Ji 2021’an ve Taliban Afganîstan xistiye bin serweriya xwe.

Ji wê rojê ve biryarên ku jinê ji jiyanê dur dixînin û maf dihêlin digrin.

Rojnamger Nîlofar Ayoubî der barê qedexeyên Talîban, mekanîzmayên têkoşîna jinan û saziyên wan nirxandin kir.

Di raporên dawî de tê piştrastkirin ku saziyên civaka sivîl, saziyên alîkariya mirovahiyê û saziyên jinan hedef tên girtin.

Talîban di protestoyan de jî şoka ceyranê, gaz, bi kamçî û kabloyan tundiyê li gel dike.

Li gorî Monîtor CIVICUS ku azadiyên civaka sivîl li seranserê cîhanê dişopîne diyar kirin ku li Afganîstanê qada sivîl hatiye çewsandin.

Jinên Afganîstanê li dijî qedexeyên Talîban û komên din ên li hember wan rolek çalak dilîzin.

Jinên Afgan hem li welat hem di asta navneteweyî de ji bo wekheviya zayendî, ji bo mafê mirovan û xurtbûna jinan têdikoşin û xwe bi rêxistin dikin.

Bi taybet ji bo jin û zarokên keç dibistan, zanîngeh û navendên perwerdeyê ava dikin.

Bi riya çapemeniya civakî, rojnamegerî û rêxistinbûna civakî mafê jinan parastin.

Tora Jinên Afgan (Afghan Women’s Network), ji bo jinên Afgan rêxistinên weke (Women for Afghan Women) (Women’s Regional Network) ava kirin û ev hemû ji bo mafên jinan têdikoşin.

“Hewcedariya jina bi piştgiriya saziyên navneteweyî hene”

Lê ji bo guherîneke mayînde hewcedariya wan bi piştgiriya civak û saziyên navneteweyî hene.

Bi komên wek Talîban re ku mafên jinan binpê dike, rûniştina li ser maseyekê pêvajoyek pir hesas ferz dike.

Saziyên wek Neteweyên Yekbûyî divê guh bidin fikarên jinên Afgan.

Divê NY ji hemû komên mafê mirovan binpê dike hesab bipirse û kesên bindest biparêze.

Back to top button