QSD’ê nasnameya şervanê xwe Seqman eşkere kir

QSD’ê nasnameya şervanê xwe Seqman ku li Minbicê şehîd bû, eşkere kir.
Piştî eşkerekirina nasnameya şehîd, xelkê Minbicê bi merasîmekî cenazeyê şehîd oxir kirin.
Li Qamişlo jî, sersaxî ji malbatên her çar şehîdên Hêzên Asayîşê re hat xwestin.

Navenda Ragihandin û çapmeniyê a Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir.

QSD bi berferehî got:

Şervanê me Seqman ê ji Hêzên Cebhet El Ekrad di bersivdana êrişên dagirkerî û çeteyên wê de şehîd bû.

Rêhevalê me Seqman di gelek operasyonên li dijî teror û dagirkeriyê bi lehengî bi erkê xwe radibû.

QSD dawiyê sersaxî ji malbata şehîd re xwe û soza domandina xeta şehîdan da.

Li gorî daxuyaniya QSD’ê nasnameya şehîd wiha ye;

Navê tevgerî: Seqman
Nav û paşnav: Hêlan Cilwî El Ferîc El Selame
Navê dayikê: Betle
Navê bav: Cilwî.
Cih û dîroka jidayikbûnê: Meskenê/2003
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-Erîma-02.02.2024.”

Xelkê Minbicê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Seqman oxir kirin

Piştî eşkerekirina nasnameya şehîd, Xelkê bajarê Minbicê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Hîlan El El Selame li goristana şehîdan oxir kirin.

Xelkên Qamişlo sersaxî ji malbatên 4 şehîdên Asayişê re xwestin

Di nava baran û serqemê de, Şêniyên bajarê Qamişlo jî malbatên 4 şehîdên xwe yên Asayişê bi tenê nehiştin û herikîn bin konê sersaxiyê.

Li bin kon gelek axaftin hatin kirin.

Birayê Şehîd Mihemed, Cûdî El-Seyîd jî diyar kir ku ew bi şehadeta birayê xwe serbilindin.

Back to top button