Komîteya Çandinî û Avdanê ya Reqayê: Divê çotkar bi baldarî avê bi kar bînin

Komîteya Çandinî û Avdanê ya Reqayê ji cotkarên Reqa û gundên wê xwest ku li gorî plana çandiniyê ya diyarkirî tev bigerin, da bandora kêmbûna avê ya çemê Firatê sivik bibe.

Piştî kêmbûna zêde ya rêjeya ava çemê Firatê ku dewleta Tirk a dagirker qut kiriye, saziyên têkildar ji bo dabînkirina pêdiviyên avê, gelek tedbîr girtin.

Komîteya Çandinî û Avdanê ya Reqayê jî ji bo werza çandiniyê ya Havîn û Zivistanê, planeke çandiniyê danîbû ku nêzî 103 hezar hektar erdên ku hatibû veqetandin, werin avdan.

Ji bo vê jî, serokê Buroya Avdanê ya Reqayê Fadil Mistefa daxwaz ji cotkaran kir ku li gorî plana çandiniyê tev bigerin, avê bi awayekî rast bi kar bînin û parastina ava xwe bikin.

Fadil Mistefa destnîşan kir ku eger cotkar li gorî plana çandiniyê tev bigerin, wê bandora kêmbûna ava Firatê sivik bibe.

Back to top button