Piştî idiayên wî yên derewîn, Erdogan leşkerên xwe derbasî Lîbyayê dike.
Li gorî televîzyona el-Erebiyê, îro vê sibê hejmarek leşkerên Tirk ji 2 keştiyên şer ên Tirkî li beravê Terablusê peya bûn.
Li gel van keştiyan, keştiyeke barkirina tank û erebeyên leşkerî jî hebû.
Ji çaxa vê dawiyê Erdogan piştevaniya xwe ji hikumeta Wîfaqê re ragihand, ev yekem car e desteka leşkerî ji bo Lîbyayê tê.
Li gorî çavkaniyê, alav û cebilxane bo baregeha Miêtîqa ya li navenda Terablusa paytext hatin şandin.
Tê zanîn, heya niha herikîna çeteyên dewleta Tirk ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve berdewam e û hejmara wan gihaştiye hezar û 750 çeteyî.
Di heman çarçoveyê de, hikumeta Wîfaqê 800 milyon dolar ji budceya dewleta Lîbî ya 2020an ji “wezareta parastin û lêçûnên şer li Terablusê” re tarxandine.
Ew jî weke muçe ji komên çekdar û anîna çek û cebilxaneyan ji Tirkiyê.