Li girtîgeha Ereglî ya Konyayê, jimartina li ser pêyan tê sepandin

Li girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê her roj binpêkirinek nû li ser girtiyan tê ferizkirin. Herî dawî hat ragihandin ku li girtîgeha Tarsûs, Turkoglû û Ereglî ya Konyayê jimartina li ser piyan li girtiyan hatiye ferzkirin. Komîteyên Zindanan ên PKK û PAJK’ê diyar kirin ku zindan bûne êşkenceyê û bang li gel kir ku xwedî li girtiyên şoreşger derkevin. 

Li girtîgehên Tikriyê û Bakurê Kurdistanê li ser girtiyan her roj binpêkirinek zêde dibe.

Hasan Mûhammed Îbîş ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê de ye diyar kir ku di hucreya yekkesî de “jimartina li ser pêya” lê tê ferzkirin.

Parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ya Enqereyê, çûn Girtîgeha Ereglî ya Konyayê û raporek amade kirin.

Parêzeran di raporê de diyar kirin ku Hasan zêdeyî 4 mehan e bi tena serê xwe di hucreyekê de tê tecrîdkirin û jimartina li ser pêyan lê tê ferzkirin.

Li girtîgehên Tarsûs û Turkoglûyê, mafê girtiyan tê binpêkirin

Heman zext û binpêkirin li girtîgehên Tarsûs û Turk-oglûyê jî hene.

Girtiyên li girtîgeha Tarsûs û Turkoglûyê, diyar kirin ku jimartina li ser piyan li ser li wan jî tê ferzkirin û binpêkirinên mafan bi raya giştî re parve kirin.

Komîteyên Zindanan ên PKK û PAJK:
Zindan bûne cihê êşkenceyê, em xwedî li girtiyên şoreşger derkevin

Komîteyên Zindanan ên PKK û PAJK’ê têkildarî binpêkirinên mafên girtiyan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her dera welêt bûye girtîgeh, şîddet, êşkence û komkujî bûye tekane rê ku desthilatdarî li ser pêyan bisekine.

Her wiha hat ragihandin ku hemû kesên berxwedêr xistine zindanan û mirina fîzîkî û siyasî li ser wan tê ferzkirin, êdî zindan bûne cihê êşkenceyê.

Komîteyên Zindanan ên PKK û PAJK’ê herî dawî bang li gel kir ku li ser esasê şikandina pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê, her kes xwedî li girtiyên şoreşger derkevin.

Back to top button