Îlham Ehmed: Gelên Sûriyê dikarin di zemîneke giştî de li hev bikin

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed destnîşan kir ku divê aliyên sûriyê bigihêjîn lihevkirinek da ku rê li ber destewrdanê derve di sûriyê de bigrin.

Lewma ji bo çareseriyeke mayinde ji Sûriyê re, divê Rûsya û Amerîka jî bi erke xwe rabin

Ilham Ehmed îşaret bi lidar xistina kongrey Qahîrayê jî kir û diyar kir ku MSD’ê wê di kongreyê de aliyekî birêxistinkirî be.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed nexşerêya ku wê Sûriyê bigihîne aramiyê, rêbazên pêkanîna lihevkirinekê di navbera aliyên opozîsyona Sûriyê de û hewldanên di vê derbarê de têne kirin nirxand.

Îlham Ehmed destpêka nirxandinên xwe balkişand ser rêbazên pêkanîna lihevkirinekê di navbera aliyên opozîsyonê de û diyar kir ku divê destpêkê zemînek hebe.

Ilham Ehmed bang li opozîsyonê kir ku li helwestên xwe yên kevin binêre û bighêje baweriyekê ku lihevkirina Sûriyan aloziya heyî bi dawî dike.

Îlham Ehmed bîr xist ku derfetên gihîştina lihevkirinê hene û ne zehmet in. Pirsgirêkên heyî di çarçoveya lihevkirineke siyasî de dikarin bên çareserkirin.

Îlham Ehmed: Em di Kongreya qahîreyê de aliyekî birêxistinkirî ne

Di dema bê de wê li Misirê Kongreya Qahîrayê were lidarxistin.

Ilham Ehmed îşaret bi vê kongreyê û rola MSD’ê tê de kir û got:

Ya niha tê kirin vesazkirina desteya diyalogan e. Kesên serbixwe yên di desteya diyalogan de hatin guhertin, dibe ku blok û dikên din jî werin guhertin. Em niha aliyekî birêxistinkirî ji bo Kongreya Qahîre ne. Em bi hêvî ne ku encamên erênî hebin.

Îlham Ehmed bîr xist ku ew beşdarî komîteya destûrê nehatin kirin. Lê têkilî û hevdîtinên wan bi şandeya diyalogan re dewam in û wê encamên wê li ser asta neteweyî erênî bin.

Îlham Ehmed: Divê Rûsya û Amerîka ji bo çareseriyek mayînde bi erka xwe rabin

Têkildarî rola Rûsya û Amerîkayê di pêşeroja Sûriyê de Ilham Ehmed weha got:

Herdû alî xwedî roleke sereke ne. Tişta ji her du aliyan tê xwestin piştevaniya Sûriyê ber bi çareseriyeke rasteqîn ve bikin.

Îlham Ehmed teqezî li ser beşdarbûna hemû aliyên Sûrî di çareseriyan de kir.

Îlham Ehmed: Gelê Sûriyê dikare nexşerêya xwe çêke

Îlham Ehmed teqez kir ku gelê Sûrî destwerdana derve qebûl nake û hêza wê heye ku nexşerêya xwe ya nû deyîne.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed dawiyê bang li aliyên siyasî yên Sûriyê kir ku peyamekê bidin van hêzan ku hebûna wan divê ji bo xizmet û piştgiriya Sûriyan be.

Back to top button