Nobeta “Azadî Ji Ocalan re” vê hefteyê malbatên şehîdan in

Nobeta “Azadî Ji Ocalan re” di hefteya 422’yan de ye. Nobedarên vê hefteyê jî malbatên şehîdan in. 

Çalakiya ku ji bo azadiya Rêber Ocalan li ber Konseya Ewropayê ya li Strasboûrga Fransayê tê lidarxistin, bi komeke nû, di hefteya 422’an de ye.

Bi navê komê, Lokman Oltan axivî û got:

“Rêberê me nûnerê şehîdan e û malbatên şehîdan wê azadiya Ocalan biparêzin”.

Oltan bal kişand ser tecrîda giran a li dijî Rêber Ocalan û destnîşan kir ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) di vê mijarê de, berpirsyariyên xwe bi cih nayîne.

Oltan got:

“Em bang li CPT û saziyên pêwendîdar dikin ku nirxên xwe binpê nekin û bi rola xwe rabin.”

Back to top button