Rêveberiya Kampa Mehmûdlîyê bi koordîneya rêxistineke xizmetguzariyê ya Tebqayê, pirsgirêka avê di kampê de çareser dike.
Rêvebirê Kampê Ebdulhadî El-Ebid destnîşan kir ku wan ji berî 10 rojan dest bi vê projeyê kiriye û heta niha werşeyên teknîkî, ji 11 km, 9 km dirêjkirina xetên avê bi dawî kirin.
Li gorî El-Ebid, di qonaxa yekem de, wê av bi rêya pompeya ku niha hatiye avakirin, ji kanala Belîx were kişandin, piştre wê depoyên avê di hundirê kampê de bêne amadekirin û bi rêya depoyan wê av li 7 beşên kampê were belavkirin.
Rêveberiya Kampa Mehmûdlî eşkere kir jî ku qonaxa sêyem a projeyê tê lêkolînkirin û heya niha tenê li ser du gavan nîqaş kirine.