Şehîd Ûgûr Şakar li cihê ku çalakî pêk anîbû hat bibîranîn

Ûgûr Şakar ê ku di 2019’an de li dijî Komploya Navneteweyî li ber Dadgeha Krefeldê agir berda bû bedana xwe, li cihê ku çalakî pêk anîbû hate bibîranîn.

Ûgûr Şakar ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî û tecrîda li ser Rêberê Apo bedena xwe dabû ber agir.

Ev çalakî di 20’ê Sibata 2019’an de li ber Dadgeha Krefeldê de pêk hat.

Îro jî li cihê çalakiyê merasîmên bibîrxistinê hat li darxistin.

Di bîranînê de nameya şehîd Ûgûr Şakar a têkildarî çalakiyêî li pey xwe hiştibû, hate xwendin.

Piştî bîranînê Hevserokê Înîsiyatîfa Şehîd Ûgûr Şakar Huseyîn Perk axaftin kir.

Di axaftinan de banga tevlîbûna bîranîna li goristana Neûss Neûfrîedhof hate kirin.

Back to top button