Hêzên Asayişê ragihand ku wan sîxurekê dewleta Tirk a dagirker girtin.
Asayîşê mikurhatina çete jî parve kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayişê li ser malpera xwe mikurhatina sîxur belav kirin.
Li gorî navendê:
Sîxurê bi navê Ehmed Hisên El Casim ê ji gundewarê Til Temirê ye û li xwe mikur hat ku ew ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker ve bi rêya pismamê xwe û esferekî dagirkeriyê hatiye erkdar kirin.
Navendê diyarkir ku di dema hewldana sîxur a kişandina wêneyên nuqteyên hin navendên xizmetgûzarî li Qamişloyê hat girt.
Navendê da zanîn ku ev sîxur di dawiya 2023ˊyan de ji Tirkiyeyê ber bi herêmê ve hate şandin.