Ev 120 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 120 rojin ango 4 mehe agahî nayê girtin.
Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin û PDK’ê rê nade ti kes hevdîtinê li gel wî bike.

Silêman Ehmed rojnamevanekî ji rojavayê Kurdistanê ye.

Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin.

Gelek bertek û helwest li dijî revandina Silêman Ehmed derdikeve.

Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî şermezar dikin.

Parêzerên Silêman Ehmed diyar kir ku Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin.

Her wiha gelek Rojnamevanên başûrê Kurdistanê xwestin zûtirîn dem were berdan.

Di dawiyê de Ajansa rojnews’ê got,PDK ji ewlehî û jiyana Silêman Ehmed berpirse.

119 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button