Rûken Ehmed: Tecrîd bêmafiyeke, Rêber Apo 40 sal in ji bo aştiyê têdikoşe

Tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dewam dike.. Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem Rûken Ehmed der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo de axivî. Rûken Ehmed got: Çareseriya krîz û aloziya li Rojhilata Navîn bi pergala neweta demokratîk pêkan e.

Ji 15’ê sibata 1999’an Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê tê girtin.

23 sal in li dijî rêber Apo tecrîdeke giran pêk tê, êdî fikarên li ser rewşê jî bêtir dibin.

Hevserok Tevgera Civaka demokratîk Tev-Dem Rûken Ehmed di vê derbarê de nirxandin kir.

Rûken Ehmed, tecrîda girankirî ya li hemberî Rêber Apo tê meşandin, bi bêmafiyeke mezin bi nav kir.

Rûken Ehmed: Çareserî li Îmraliyê ye, divê her kes ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşe

Rûken Ehmed destnîşan kir ku çareseriya krîz û aloziya li Rojhilata Navîn bi pergala neweta demokratîk pêkan e ku afirînerê vê pergalê jî Rêber Abdullah Ocalan e.

Di dawiyê de, Hevseroka Tev-Dem’ê Rûken Ehmed bang li gel kir ku ji bo azadkirina rêber Apo çalakiyên xwe xurtbikin û têbikoşin.

Back to top button