Hevserokê Meclisa PYD’ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo diyar kir ku yên daxwaza betalkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî dikin, daxwazên dijmin pêk tînin. Ehmed Şêxo bang li ENKS û yên ji yekîtiyê direvin kir ku siyasetên xwe rast bikin û ji berjewendiyên kesayetî û partiyetî dûr bikevin.
ENKS’ê perwerdeya zimanê Kurdî naxwaze, li hemberî vê daxwazê bertek û nerazîbûn derketine asta jor.
Di vê çarçoveyê de, Hevserokê Meclisa PYD’ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo anî ziman ku mercên ENKS’ê xizmeta dijmin dikin û daxwzên dijmin pêk tînin.
Ehmed Şêxo destnîşan kir ku yên ji berpirsyartiyên dîrokî direvin, mercan li dijî yekîtiya netewî datînin, divê van siyasetên xwe rast bikin û ji berjewendiyên kesayetî û partiyetî dûr bikevin.
Ehmed Şêxo: Daxwazên ENKS’ê ne aqilane ne û nayên pejirandin
Şêxo bal kişand ser daxwaza ENKS’ê ya betalkirina erka xweparastinê li herêmê jî û bi daxwazeke ne aqilane û afirandina nakokiyan di rêza Kurdî de bi nav kir.
Ehmed Şêxo: Divê ENKS’ê ji bo berjewendiyên Kurdî-Kurdî bixebite
Hevserokê Meclisa PYD’ê Ehmed Şêxo bang li ENKS’ê kir ku ji bo berjewendiyên Kurdî-Kurdî bixebitin ji ber sedsala 21’an a bidestxistin vîna gelê Kurd e.