Îmarat piştgirî da Macron û Misilman hişyar kir

Wezîrê Îmaratê yê Karên Derve Enwer el-Qarqaş Bang li welatên Ewropayê kir ku li dijî Tirkiyê bibin yek.
Qarqaş da zanîn Erdogan valahiyan ji bo bandora xwe zêde bike bikartîne û heta em xeta sor nîşanî wî nedin xwe nêzî danûstandinan nake.
Qarqaş diyar kir Tirkiyê bi piştgiriya çekan û çeteyên ku ji Sûriyê şand hişt ku hikumeta Serac li Lîbyayê li pêya bimîne.

Wezîrê Derve yê Îmaratê Enwer el- di hevdîdineke wî bi rojnameya Die Welt a Almanî de, piştgirî da serokê Fransî Macron û diyar kir ku divê peyama wî baş were guhdarîkirin.

Ji ber li gorî Qereqaş, Macron dijminatiya Misilmanên li Rojava neke.

Wezîrê Îmaratî anî ziman ku divê Misilman bêhtir derbasî civaka Ewropî bibin û ji mafê dewleta Fransî ye, şerê tundrewan bike.

Qerqaş dibîne ku hema serokkomarê Tirkiyê Erdogan “xaleke lawaziyê bibîne” wê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û danûstandinan jî erê nake, tenê gava ew çavê sor şanî wî didin.

Meha borî 4 kes li ser destê tundrewan li Fransayê hatibûn kuştin.

Macron ji bo van bûyeran, soza jihevxistina komên tundrew da.

Li ser vê jî, Erdogan dev avêt Macron û banga boykottkirina malên Fransî kir.

Berî Îmaratê, Siûdiyê jî li dijî sorkirina Erdogan derket û bang li Misilmanan kir ku nekevin xefa piştgirên tundrewan.

Wezareta Derve ya Siûdiyê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku hikumeta Siûdî hemû kirinên ku kîn, tundî û radikaliyê diafirînin, şermezar dike.

Hevgirtina Cîhana Islamî, weke îşaret bi Erdogan jî, diyar kiribû ku bertekên tund, tenê xizmeta radîkalan dikin.

Back to top button