Wezîrê Hundir yê Fransayê ji bo nîqaşkirina dosyaya terorê berî dide Tûnisê

Piştî bûyerên kuştinê yên li Fransayê, Macron berê Wezîrê xwe yê Hundir dide Tûnisê, da dosyaya têkbirina terorê gûtûbêj bike. Meclisa Franasî ya Ola Îslamî jî banga rûbirûbûn û pûçkirina xîtaba melayên tundrew kir.

Piştî bûyera kuştin û serjêkirinê ya ku li bajarê Fransî Nice ku ji aliyê ciwanekî Tûnisî ve pêk hatiye, serokê Fransayê Emmanuel Macron ji Wezîrê Hundir Girald Darmanan xwest ku berî bide Tûnisê, da ku dosyaya têkbirina terorê nîqaş bike.

Macron berî niha bang li Meclisa Fransî ya Ola Îslamî û tewereyên sereke yên desthilatê kiribû ku di nava 6 mehan de, tewereya “şênkirina perwerdekirina melayan” ava bikin.

Di vê derbarê de, Meclisa Fransî ya Ola Îslamî jî, banga rûbirûbûna melayên tundrew kir ku divê xîtaba wan bi rêya avakirina yekîneyên berpirsiyar û lidarxistina xelekên perwerdeyê, bê pûçkirin.

Perwerdekirina melayan, armanceke din bo Fransayê pêk tîne ku hevkariya digel 300 melayî yên gelek dewletan û di serî de Tirkiye, bi dawî dike.

Têkildarî heman mijarê, Serokê Malbenda Melayên Fransayê Hesen El-Şelxûmî jî ji Ajansa Nûçeyan SKY Newsê re axivî.

Hesen El-Şelxûmî got:

“Îalama siyasî, “penceşêra neteweya Îslamî” ye.

Ev Îslam, operasyoneke rêxistinkirî ye û ji aliyê serokê Îxwanan “Erdogan” û hin kenalên nûçeyan tê meşandin.”

Weke çareserî jî, El-Şelxûmî dibîne ku divê xîtabeke olî rastî were dayîn da şûna xîtaba tundrew bigire û wê sererast bike.

Back to top button