Di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê yên li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li derdora navçeyên Şera û Şêrawa de 2 çete hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiyên xwe yên li Şera û Şêrawa de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HRE’ê de ev agahî hate parvekirin:
20’ê Tebaxê li gundê Vêlat Qadî yê girêdayî navçeya Şera gerîla li dijî navendekî hevbeş a leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wî çalakiyek pêk anî.
Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin, 2 leşkerên Tirk û çeteyek jî brîndar bûn.
21’ê Tebaxê hêzên rizgariyê bi çalakiyekî navendekî çeteyên Firqet el-Hemza li gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrawa rûxandin, di encamê de çeteyek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.