LEYLA GUVEN 188 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE

Berxwedana li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan bi biryar dewam dike. Hem çalakiyên grevê hem jî rojiya mirinê ya 30 girtiyan li dar in. Çalakiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê 188 roj in didome.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîdkirina Rêber Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye, di roja 188’an de ye.

Çalakiya girtiyên koma despêkê yên girtîgehên Tirkiyê ku 16’ê kanûna 2018’an dest pê kiribû, di roja 150′ de didome.

Ji 1’ê Adarê ve bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya wan di roja 74’an de li dare.

BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ
ROJIYA MIRINÊ YA 30 GIRTIYAN DIDOME

Rojiya mirinê ya 30 girtiyên li girtîgehên cuda destpê kirin jî, dewam dike.

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 15’emîn de dewam dike.

Koma 2’yemîn jî ku ji 15 kesan pêk tê û di 10’ê Gulanê de dest pê kir jî di roja 5’emîn de ye.

BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ
SEROKÊ ODEYA TEBIBAN XWEST WEZARETA TENDURISTIYÊ Û HEKÎM BI HEV RE BIXEBITIN

Tevî ku ev girtî di zindanan de ne û rewşa wan her ku diçe xerab dibe jî lê heta niha şandeyek serbixwe ya biçin li girtîgehan tenduristiya girtiyan kontrol bike nehatiye avakirin.

Odeya Tabiban xwestibû ku şandeyek serbixwe ya ji hekîman pêk tê biçin girtîgehan.

Lê wezareta dadê ev daxwaz red kiribû.

Serokê Odeya Tabîban a Amedê Mehmet Şerîf Demîr, redkirina daxwaza wan a ji aliyê wezaretê ve rexne kir û diyar kir ku divê Wezareta Dadê, Hekîm û Rêxistinên tenduristiyê bi hevre kar bikin.

Demîr xwest li şûna mirinê jiyan bi ser bikeve û got:

‘Bila Wazareta Tenduristiyê hekîm û rêxistinên tenduristiyê bi hevre bixebitin’

BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ
BERXWEDANA GREVÊ YA LI DERVEYÎ ZINDANAN DEWAM DIKE

Her wiha Çalakiya Parlementerên (HDP) Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin didome.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe dewam dikin.

Ji van;

Çalakiya Sedat Akin 128,

Gurbet Ektîren 119,

Mahsun Şen 130,

Mûrat Aksin 61,

Semra Alkan 128,û Îhsan Sinmiş 77 roj in di çalakiyê de ne.

BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ
ÇALAKGER ÇELÎK JI BO LEYLA GUVEN HELBESTEK NIVÎSÎ

Girtiyên li zindanan ku li dora daxwaza Guven bûn xelek û bi rojiya mirinê berxwedan derbasî asteke din kirin, bi peyamên xwe hêz û reng didin berxwedanê.

Çalakgerê greva birçîbûnê Mehmet Çelîk ku ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Rihayê di grevê de ye, ji bo pêşenga greva birçîbûnê Leyla Guven helbestek nivîsand û ji malbata xwe re şand.

Leave a Reply

Back to top button