Hesen Koçer: Divê çareserî hundirîn be

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer got:
Vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî deriyê çareserkirina Sûriyeyê ye ..
Kevirê bingehîn ji bo çareserkirina krîzê, diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî ye .
Ne pêkan e bêyî wê îstîqrar li Sûriyeyê çêbibe.

Demên dawî dewletên ereb gelek civîn li dar xistin.

Di 7′ê Gulanê de li Qahîreyê civîna Meclisa Dewletên Erebî pêk hat.

Di vê civînê de Sûriye vegerî Komkara Erebî.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer têkildarî mijarê axivî.

Hesen Koçer diyar kir ku Rêveberiya Xweser ne li dijî vegera Sûriyeyê li Komkar Erebî ye û got:

“Rêveberiya Xweser her tim hewl dide ku krîza Sûriyeyê çareser bike..

Li ser vê yekê Însyatîf pêşkêş kir.

Divê Komkara Erebî di navbera hikumeta Şamê û gelê Sûriyeyê de ji bo çareseriyê bibe navbeynkar.”

Koçer destnîşan kir ku vegera Sûriyê li Komkara Erebî deriyê çareserkirina krîzê ye.

Divê çareserî hundirîn be ne derve be ev yek yekitiya Sûriyeyê jî misoger dike.”

“Çareseriya aloziyasûrî di diyaloga Sûrî-Sûrî de ye”

Hesen Koçer da zaîn ku diyaloga Sûrî Sûrî ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê kevirê bingehîn e û wiha domand:

“Divê zemîneke nû ji bo vegerandina koçber û penaberan were avakirin.

Ger zemîneke siyasî tune be em nikarin bêjin dê îstîqrar li Sûriye pêk were.”

Hesen Koçer helwesta Rêveberiya Xweser têkildarî rûdanên li welat û çareserkirina wê wiha got:

“Helwesta me neteweyî û Sûriyeyî ye.

Em dixwazin krîza Sûriyeyê li Sûriyeyê çareser bibe.

Em ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê bi giştî dixwazin bi hikumeta Şamê re nîqaş bikin.”

Back to top button