Qeter, Tirkiye û Îxwanî niha berê çeteyan dane Yemenê

Qeter plan dike ku çete, perwerdekar û pisporan li hemberî pereyên zêde ji bo pêkanîna xwestekên dewleta Tirk, bişîne Yemenê.

Li gorî ajansa El-Eyn ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên leşkerî, Qeter hewl dide çeteyan bişîne Yemenê.

Ajansê ragihand ku Qeterê bi piştgiriya Îxwanan û dewleta Tirk, bajarê Teîz veguherandiye navendeke perwerdeyên leşkerî ji bo ciwan û leşkeran ku piştî perwerdeyê çeteyan tev li artêşê û hêzên ewlekariyê dike.

El-Eyn eşkere kir ku komployeke sêalî ya Qeter, Îxwan û dewleta Tirk heye ku Dewha wê bi rê ve dibe û hewl dide hêzên alîgir li Yemenê û bi taybetî li bajarokê El-Heceiyê yê girêdayî Teîzê, ava bike.

Hat gotin, yên Dewha nikaribe wan derbas bike jî wê bi navê “xwendekar” an “akademîsyen” bi hêsankirina koma Îxwanan a li Yemenê, derbas bibin.

Back to top button