Li Maliyê 3 leşkerên Fransa hatin kuştin

Li herêma Homborî ya Maliyê di encama êrişekê de 3 leşkerên Fransayê hatin kuştin.

Li dijî maşîneyên leşkerên Fransa yên di çarçoveya oparasyona Barkane ya li Maliyê de êrîşek pêk hat.

Di êrîşa bombeyî de, 3 leşkerên Fransa mirin.

Koşka Elysee jî ev yek bi daxuyaniyeke nivîskî piştrast kir.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ji malbatên leşkeran re sersaxî xwest.

Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Parastinê ve hatî dayîn de jî hate gotin, bûyer doh saetên sibehê pêk hatiye.

Di çarçoveya oparasyona Barkhane ya Fransa li herêma Sahel ya Morîtanya, Malî, Burkîna Faso, Nîjerya û Çadê de 5 hezar û 100 leşker cih digrin.

Back to top button