Çalakvanên Hewlêrê: Niyeteke xirab a dewleta Tirk li hemberî Başûrê Kurdistanê heye

Çalakvanên Civaka Sivîl ên Hewlêrê ragihand ku niyeteke xirab a dewleta Tirk li hemberî Başûrê Kurdistanê heye.

Çalakvanan diyar kir ku dewleta Tirk bi behaneya hebûna PKK’ê li herêmê, êrîşî gelê Kurd dike û li dijî wî komkujiyan pêk tîne. Armanca wê tenê jî, qirkirina Kurdan e.

Çalakvanan da zanîn ku hikumeta Başûr jî her tim li hemberî dagirkeriyê bêdeng maye û ev yek, cihê şermezariyê ye.

Çalakvanên Civaka Sivîl ên Hewlêrê her wiha destnîşan kir ku hêzên ewlekariyê yên PDK’ê rê nadin ku çalakiyên şermezarkirina êrîşên Tirkiyê, werin lidarxistin û mirovan binçav dikin.

Çalakvanan di dawiyê de bang li hikumeta Başûr kir ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirkiyê xwedî helwest be.

Her wiha bang li NY kir ku li hemberî bêrêzî û binpêkirinên hêzên ewlehiyê yên PDK’ê, helwestekê nîşan bidin.

Back to top button