Gerîla TV dîmenê 5 çalakiyên cuda ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî a Herêma Zapê hatibûn lidarxistin weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla ev agahî da:
“25’ê Tîrmehê, 4, 5 û 13’ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkeran 5 çalakî hatin lidarxistin.
Di çalakiyan de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Her wiha 2 çeperên dagirkeran hatin derbkirin û çekek bombeavêj jî hate îmhakirin.”