Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz ber bi Wanê ve hat oxirkirin

Cenazeyê rojnamevan, nivîskar û kedkarê çapemeniya azad Necmedîn Salaz li Silêmaniyê bi merasîmekê ber bi Bakurê Kurdistanê ve hate şandin.

Rojnamevan û Nivîskar Necmedîn Salaz 14’ê Cotmehê ji ber nexweşiyê li bajarê Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Salaz bi merasimekê ber bi bajarê Wanê ve hate oxirkirin.

Merasîma ji bo oxirkirinê li Salona Sînema Salim a bajarê Silêmaniyê pêk hat û gelek rojnamevan, nivîskar, hunermend, malbat û dostên rojnamevan Necmedîn Salaz beşdar bûn.

Di merasêma oxirkirinê de derbarê jiyana kedkarê ragihandina azad Necmedîn Salaz de sînevîziyonek hate pêşkêşkirin.

Piştî sînevîziyonê peyamên sersaxiyê yên Hevserokatiya KCK’ê û peyama Serokê YNK’ê Bafil Talebanî hat xwendin.

Rêveberê televîzyona Kurdsat Rasan Muxtar diyarkir ku ew kêyfxweşin bi hevaltiya Necmedîn Salaz û bi salan xebat kirin.

Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncewînî da zanîn ku Necmedîn Salaz weke stêrkekî bû û ji welatparêziyere bûbû sembolek.

Rojnamevan Semîra Seîd jî soza şpandina riya wî da û got:

“Heval Necmedîn bû pira bi hev gihîştina gelê Kurd ên her çar beşên Kurdistanê.”

Di dawiya marasîmê de li ser navê malbatê Cemîl Demîr axivî û got:

“Ti carî serî li hemberî zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker netewand.”

Bi dirûşmeyan cenazeyê kedkarê ragihandina azad ber bajarê Wanê ê Bakurê Kurdistanê ve hat oxirkirin.

Back to top button