Parlementerên YNK’ê yên li Kerkûkê da xuyakirin, ku xwîna her 3 ciwanên Kurd ên bi destê DAIŞ’ê hatine kuştin, di stûyê hikûmeta Iraqê de ye.
Parlementer Merîwan Nadir ev kirina DAIŞ’ê ya terorane, bi tundî şermezar kir û got:
“Me gelek civîn li gel wezîrê hundir, wezîrê parastin û aliyên peywendîdar li dar xistine.
Me di civînan de, girîngiya avakirina navenda hemahengiya hevbeş nîqaş kiriye.
Tê payîn, ev navend li Kerkûk û navçeyên binakok werin avakirin.”
Parlementer Rêbwar Teha jî destnîşan kir, ku xwîna van her 3 ciwanên Kurd, di stûyê artêşa Iraqê de ye.
Teha bang li pêşmerge û artêşa Iraqê kir ku li dijî DAIŞ û tevgera şaneyên veşartî, di nava hemahengiyê de bin.
Şeva 17 Cotmehê, di navbera gundên Tolik û Bîrespanî li sînorê Şêx Bizênî yê bajarokê Şiwan ê Kerkûkê de, 3 ciwanên Kurd kuştî hatin dîtin.
Piştre çeteyên DAIŞ’ê bi daxuyaniyekê, kuştina wan girt ser xwe.