Bi armanca silavkirina berxwedana wan, şandeyek ji şêx û nûnerên eşîrên Reqa û Tebqayê serdana şervanên QSD’ê yên li eniyên şer yên Eyn Îsayê kir.
Bi dehan şêx û nûnerên eşîrên Reqa û Tebqayê; Fermandarên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn cihê xwe di nava şandeyê de girtin.
Piştî şande ji aliyê şervanan ve hat pêşwazîkirin, li ser navê şandeyê şêxê eşîra El-Berîc Elî El-Xabûr axivî.
Elî El-Xabûr diyar kir ku armanca wan ji vê serdanê ew e ku ked û berxwedana şervanan silav bikin û piştgiriya xwe nîşan bidin.
El-Xabûr teqez kir ku ew ê heta dawiyê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe bidin û li pişta hêza xwe QSD’ê ne.