5 GENERALÊN PAYEBILIND JI ARTÊŞA TIRKIYÊ VEQETIYAN

Êdî artêşa Erdogan ji binî ve diherife..
Erdoganê ku welatek nemaye û tiliya wî tê de tune ye, mezintirîn kesayetên artêşa wî xwe ji pişta wî didin alî, di nav de kesên jê re li Idlibê operasyona leşkerî bi rê ve dibirin.

 

5 generalên Tirk xwe ji artêşê vedikişînin..

Berî cejna “serkeftina leşkerî” li Tirkiyê bi çend rojan, derzek li bingeha artêşa Tirk ket.

Rojnameya Cimhuriyet ya Tirkî duh ragihand ku 5 generalên artêşa Tirk piştî civîna meclisa leşkerî ya bilind istfa kirin.

Heta niha jî deng ji wezareta parastinê ya Tirkî nehatiye.

Civîn, bi serkêşiya serokê hikumeta AKP’ê Erdogan, bi rê ve çû, vê carê ne weke her car 8 saetan, lê belê tenê yeksaetê dirêj kir.

Berî niha Erdogan hewldana darbeya leşkerî ya berî 3 salan keysbaz kir û hejmareke mezin ji leşker û generalan xist zindanan û qewitand

Her wekî Erdogan xwe ji mezintirîn general û serbaz jî xelas kir ku li şûnê kesên nezan cih girtin.

Li gorî rojnameyê, 4 ji wan bi payeya emîd in, yek jî bi payeya lîwa ye.

2 ji wan berpirsên operasyonên leşkerî yên li ser sînorê bi Îraqê re bûn.

2 jî berpirsên nuqteyên çavdêriyê li herêma Idlibê ya Sûrî bûn.

Piştî ev qas şer, êrîş û destwerdanên li welatên derdorê, ev kes xwe didin alî.

Bi şiroveyeke din, diyar e piştî nuqteyên dewleta Tirk li Sûriyê hatin dorpêçkirin van kesan istfa kirin.

Şîrovekar dibînin ku, êdî endamên Artêşa Tirk ji mabûna di nava Artêşê de, ditirsin.

Nexasim ku di vê dema dawî de, leşkerên Tirk li ser axa welatên din tên kuştin û windakirin.

Veqetandina 5 generalên navborî jî, nîşaneya wê yekê ye, siyaseta navxweyî ya dewleta Tirk di krîzeke mezin re derbas dibe.

 

Leave a Reply

Back to top button