Li Efrînê 13 sivîl bi guleyên artêşa Tirk birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker 13 şêniyên Efrînê birîndar kirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Hawarê, artêşa Tirk û çeteyên xwe duh bi ser gundê Îska yê navçeya Cindirêsê de girt û xwestin mal û milkên sivîlan talan bikin.

Dema ku şênî bertek nîşan da û xwestin mal û milkên xwe biparêzên, çeteyan gule berdan wan û di encamê de 13 kes birîndar bûn.

Çeteyan li navçeya Cindirêsê ciwanekî 22 salî revand

28′ Cotmehê jî, çeteyan ciwanê bi navê Mihemed Remedan Derwîş (22) yê ji gumdê Kefer Sefrê yê Cindirîsê revand.

Rêxistinê dabû zanîn ku beriya bi çend rojan jî çeteyan 18 welatî ji gundê Kefer Sefrê û Kura ya Cindirêsê revandibûn.

Li gundê Meydankê yê navçeya Şera, çeteyan welatiyê bi navê Reşîd Sîdo revand û bi giranî êşkence kir.

Rêxsitinê diyar kir ku ji ber Reşîd baca mewsima zeytûn ne da, çeteyan ew bi giranî êşkence kir.

Back to top button