237 hunermendên Kurd: Tekane çareserî diyalog e

Hunermendên Kurd li dijî şerê birakujiyê derketin û banga diyalogê li aliyên Kurd kir.

237 hunermendên Kurd ji bo di nava Kurdan de şerê navxweyî dernekeve, li Almanyayê daxuyaniyek da.

Hunermandan diyar kir ku ew bi guman nêzê bicihkirina Hêzên PDK’ê li qadên gêrîla dibin û da xuyakirin ku şerê navxweyî, tenê daxwaza dijminê Kurdan e û wê tenê xizmeta wî bike.

Hunermendan soza Mesûd Barzanî ku ew ê nehêle şerê birakujiyê derkeve, bi bîr xist û bang lê kir ku rê li ber vî şerî bigire.

Her 237 hunermendên Kurd her wiha banga diyalogan li PDK û PKK’ê kir.

Back to top button