Li Efrînê îstîxbarata dewleta Tirk 18 sivîl ji navçeya Cindirêsê revandin

Îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrînê 18 sivîlên din revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, îstîxbarata dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi navê “Semerqend û “Ceyş El-Şerqiya” li gundên navçeya Cindirêsê girtin ser malan.

Çavknaiyan destnîşan kirin ku ji gundê Kefersefrayê 11 kes û ji gundê Goranê 7 kes revandin.

Navê welatiyên hatine revandin ev in:

Mistefa Mihemed Xelo (50), Egid Mistefa Xelo (21), Şiyar Ebdulrehman Xelo, Ebdo Bedrî Kemal Exres (20), Murad Seydo Xelo, Hesen Eyûb Ebdo (astendar 50), Emîna Hesen Eyûb, Fatima hevjîna Mihemed Ebdurehman Derwîş ji Ezazê ye, Almaz Xelîl Hac Ebdo, Selah Reşîd Mehmûd, Mistefa Cafer.

Ehmed Hiêsn Mihemed Deko, Mehmûd Ehmed Hec Birîm, Mihemed Nebî Henan, Cîhad Şikirî, Riyad Murad Kedro, Rêzan Hisên Yûsif, Silêman Hikumet Henan.

Back to top button