Li Mexmurê ji bo azadiya Rêber Apo dest bi çalakiya nobedê hat kirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest bi çalakiya nobetê hat kirin.

Koma destpêkê ji endamên Hevserokatiya Meclîsa Wargehê pêk tê.

Wê çalakiya nobetê ji pênc rojan carekê biguhere.

Li vir Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê, Neşat Kara axivî.

Neşat Kara, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo û got:

“Ev 28 meh in em Kurd bi tu awayî ji Rêbertiya xwe agahî nagirin.

Hêzên hegemonîk ên cîhanê dixwazin careke Kurdan bêstatû bihêlin.

Em Kurd dixwazin ji dost û dijminan re bibêjin, Kurd ne Kurdên sed sal berê ne

Em Kurd ji bo jiyandina paradîgmaya Rêber Apo xebatên bi her awayî dikin.”

Kara tekez kir ku ew ê heta şikandina tecrîdê têbikoşin û li ber xwe bidin.

Li Swîsreyê li dijî tecrîdê standa agahdarkirinê hat danîn

Back to top button