Serokê berê yê Gurcîstanê Saakaşvîlî hat binçavkirin

Serokê berê yê Gurcîstanê Mîxaîl Saakaşvîlî hat binçavkirin.
Hat gotin, sedem ew e ku Saakaşvili di salên desthilatdariyê de tevlî karên ne lirê bûye û erka xwe xerab bikar aniye.

Polîsên Gurcîstanê bi ser mala ku serokê berê Mihail Saakaşvili lê dima girtin û ew kirin binçavan.

Dema serdegirtinê Saakaşvili bi rûkenî û destên wî kelepçekirî derke derve.

Hat zanîn ku polîsan serokê ber şandina zindana Rustavî ya dikeve Başûrê paytext Tîblîsê..

Di vê navberê de eşkere bû ku Saakaşvili li hemberî biryara girtina xwe ketiye gireva birçîbûnê.

Serokwezîr Irakli Garibashvili bûyer bi van gotinan ragihand:

Ez dixzwazim ji gelê me ê Gurcîstanê re bêjim, serokê berê Mihail Saakaşvili hate girtin.

Parêzerê Saakaşvili jî nerazîbûn li dijî girtina muwekîlê xwe nîşan da û got, ew ji ber sedemên siyasî pêk hatiye.

Di navbera salên 2004 û 2013’an Mihail Saakaşvili serokariya Gurcistanê kiribû.

Di serdema 9 salan de Saakaşvili bi karên ne lirê û bikaranîna xerab a erka serokatiya dihatre tewanbarkirin.

Û ji ber van sedema derheqê wî de biryara girtinê hatibû dayîn.

Back to top button