Li Pakistanê teqîna bûyî sedema mirina bêtirî 54 kesî, welat xistiye nava şînê.
Baskê çeteyên DAIŞ’ê yên Efxanistanê êriş li xwe girtin.
Ev jî weke teqîna herî bixwîn ya di nava demên dawiyê de li herêmê pêk hatî ket dîrokê.
DAIŞ Xoresan a li Efxanistanê bibandore, bi daxuyaniyeke li ser malpera xwe êriş li xwe girt.
Di daxuyaniyê de hate gotin, êrişkar êlekek teqemenî li xwe kiriye û teqandiye.
Di êrişa DAIŞ a li Pakistanê de 54 Kes mirin
Ev yek jî ji bo şerê domdar yê li dijî demokrasiyê pêk hatiye.
Rayedaran ragihand ku di êrîşa bombeyî ya 30’ê Tîrmehê de, 54 kes mirin.
Di nava kesên mirî de 5 zarok hene.
Her wiha nêzî 200 kes jî birîndar bûne.
Ev êrîş cudabûnên di navbera komên îslamî de nîşan dide.
Parêzgeha Xeyber Paxtunwa ya li ser sînorê Efxanitanê, yek ji herêmên herî zêde DAIŞ Xoresan lê bihêz e.
Têkiliya partiya Cemîat Ulema Îslam bi Talîbanên Efxanistan û Pakistanî re heye.



