Li Pakistanê êrişa bombeyî: Herî kêm 54 kes mirin

Li Pakistanê di mîtînga partiyek siyasî de êrişek bombeyî pêk hat.
Di encamê de, herî kêm 54 kes mirin, nêzî 200 jî birîndar bûn.

Parêzgeha Xeyber Paxtunxawa ya dikeve bakurê Pakistanê bi teqînekê hejiya.

Di teqîna şevê din li herêmê pêk hat de herî kêm 54 kes mirin, 200 jî birîndar bûn.

Rayedarên tîmên rizgarkirinê diyar kirin ku rewşa piraniya birîndaran giran e û dibe ku hejmara miriyan bilindtir bibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Pakistanê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Wezaretê balkişand li ser rewşa giran a bîrndaran û got:

Ji 123 birîndaran rewşa 17’an giran e.

Berpirsên polîsan diyar kirin ku êrîşa li herêma Bajûrê di dema civîna partiya Cemiyet Ulema-î Îslam a serokê wî Fazil er Rahman dike pêk hat.

Ev partî di heman demê de hevkarê hikumeta koalîsyonê ya li herêma Bajûrê ye.

Hat ragihandin ku di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane de berpirsê rêveberiya herêmî yê partiya Rahman, Mewlana Ziyaullah jî heye.

Di daxuyaniya rayedarên partiyê de hat diyarkirin ku Rahman ne li mîtîngê bû.

Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye.

Lê beriya nihal, gelek bûyerên heman yên li herêmê pêk hatîn, çeteyên DAIŞ’ê li xwe girtibûn.

Ji ber hilbijartinên pêşwext li seranserê welêt ji aliyê partiyên siyasî ve mitîng tên lidarxistin.

Li herêma Bajur a Pakîstanê ya li ser sînorê Efxanîstanê ev demeke dirêj e şerekî dijwar diqewime.

Li herêma ku mîlîtanên Îslamî lê kom bûne gelek caran êrîşên li dijî sivîl û leşkeran pêk tên.

Back to top button