Li Libnanê di nava komên Filistînî de şer: 6 kes mirin

Li kampeke Filistîniyan a li Libnanê şer derket.
Di şerê du rojan dewam kir de herî kêm 6 kes mirin.

Dema hewildana kuştina lîderê komeke Îslamî pêk hat de encam negirt şer derket.

Di pevçûnên ku derketin de hat diyarkirin ku komên Îslamî êrîşî navenda El Fetih kirin.

Doh hat ragihandin ku fermandarekî Fetih li kampa qelebalix a Eyn el-Hilweh ku li nêzî bajarê peravê Sidonê li başûrê welêt e, hat kuştin.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de 4 alîkarên serfermandar birîndar bûne.

Piştî ew rakirin nexweşxanê mirin e.

Şerê roja Şemiyê despêkirî doh piştî nîvro dijwar bû.

Ajansa Reutersê jî ragihand ku dengê çekan çêm bûye, lê şer bi tevah ne rawestiyaye.

Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya xizmetên bingehîn pêşkêşî nêzî 50 hezar kesên li kampa penaberan dike, ragihand ku ji ber şer xebatên xwe yên li kampê rawestandiye.

Serokwezîrê Libnanê Necîb Mîkatî got;

“Careke din welatê wî berdêla rûbirûbûna biyaniyan daye”.

Hat ragihandin ku li 12 Kampên Penaberan a Filistînîyan li Libnanê nêzî 400 hezar penaber dimînin.

Back to top button