Burkîna Faso û Malî piştevaniya darbekarên Nîjerê kirin

Burkîna Faso û Malî bi awayekî eşkere piştevaniya darbekarên Nîjerê kirin û gotin:
Êrişeke li dijî cûnta leşkerî, tê wateya ragihandina şerê li hemberî wan.

Burkîna Faso û Malî, bertek nîşanî daxuyaniya Civata Aborî ya Welatên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) dan bû rêveberiya cûnta leşkerî ya Nîjerê dan.

Piştî artêşa Nîjer 26’ê Tîrmehê darbeya leşkerî pêk anî û welat xist destê xwe, ECOWAS roja Yekşemê civîneke awarte li dar xist.

Civatê dixwest Serokomar Mihemed Bazûm ê ku bi rêyên demokratîk hat hilbijartin û bi derbeya leşkerî ji erk hatibû dûrxistin, di nava hefteyê de careke din vegere ser deshilatê.

Civatê bi awayekî eşkere gef li darbekaran xwar ku eger vê yekê pêk neênin wê hemû tevdîrên pêwist bigrin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Bikaranîna hêzê ya ji bo bidestxistina vê encamê jî dibe ku di van tedbîran de cih bigire.”

Ji ECOWAS bo artêşa darbekar a Nîjerê hişyarî

ECOWAS her wiha biryar da ku cezayên aborî li ser lîderên cûntaya leşkerî ya ku li Nîjer deshilat xistî destê xwe ferzkir û ragihand ku “hemû têkiliyên bazirganî û darayî” yên di navbera welatên endam û Nîjer de hatine cemidandin.

Ji aliyê din ve Burkîna Faso û Malî di daxuyaniya xwe ya hevpar de diyar kirin ku “Her destwerdana leşkerî ya li Nîjerê, wê bê wateya ragihandina şer li dijî wan”.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, destwerdana leşkerî ya li Nîjerê wê aramiya tevahiya herêmê têk bibe.

15 endamên ECOWAS hene.

Endamtiya Burkîna Faso, Gîne, Malî û Nîjerê ji ber derbeyên leşkerî yên li van welatan hatine rawestandin.

Fransa: Ti armancek me ya karanîna hêzê tine ye

Li Nîjerê, cûntaya leşkerî duh ragihandibû ku Fransa ji bo ku Bazûm vegerîne “destwerdana leşkerî” dixwaze destwerdana leşkerî pêk bîne.

Wezîra Karê Derve ya Fransayê Catherine Colonna diyar kir ku ev îdîa ne rast e.

Colonna di daxuyaniya xwe ya ji bo kanala nûçeyan a Fransî BFM de diyar kir ku hîna jî pênake ku Bazûm vegere ser peywirê û got,

“Ev pêwîst e, ji ber ku bêîstîqrarî ji bo Nîjer û cîranên wê xeternak e.”

Nîjer, ku di nav welatên herî xizan ên cîhanê de ye, pir caran di Endeksa Pêşkeftina Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî de di rêza herî dawî de ye.

ECOWAS gefa destwerdana leşkerî lı darbekarên Nîjerê xwar

Back to top button