Bafil Talabanî: Em rê nadin tu kesî dewlemendiyên Başûr ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne

Hevserokê YNK’ê Bafil Talabanî diyar kir ew rê nadin tu aliyekî siyasî dewlemendiyên Başûrê Kurdistanê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin.

Hevserokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanî (YNK’ê) Bafil Talabanî li buroya siyasî ya YNK’ê ya li Hewlêrê bi nûnerên welatên derve û rêxistin û navnetewyî û herêmî yên li Başûrê Kurdistanê re civiya.

Di civînê de serokê Parlaman Başûrê Kurdistanê û endamên bîroya siyasî ya YNK’ê jî amade bûn.

Bafil Talbanî di civînê behsa gelek mijaran kir û teyabet petrola Başûrê Kurdistanê û vebiranîna wê kir wiha got:

“Gelek şîrketên petrolê hene ku ji hêla partiyan ve têne birêvebirin û ji bo berjewendiyên kesayetî têne bikaranîn.

Em rê nadin tu kesî malê welatiyan ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî bi kar bîne.”

Talabanî derbarê planên PDK’ê yên hinartina gaza Başûrê Kurdistanê li Ewropa di rêya Tirkiyê re wiha got:

“Ger rêkirina gaza herêmê bo derve ne li gorî daxwazên welatiyan be û ne di xizmeta wan de be, emê vê yekê qebûl nekin.

Em ê êdî li ber gendelî û xerckirina rewşa jiyanî ya welatiyan bêdeng nemînin.”

Back to top button