ECOWAS gefa destwerdana leşkerî lı darbekarên Nîjerê xwar

Lîderên Afrîkaya Rojava gefa destwerdana leşkerî li cunta leşkerî ya Nîjerê xwar.
Welatan despêkê maliya Nîjer ya di Banka Navendî ya Dewletên Afrîkaya Rojava de rawestandin.
Ji bo navbeynkariyê jî Serokomarê Çadê Debî hate erkdarkirin.

Civata Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) û cunta leşkerî ya Nîjerê hatin pêşberî hev.

Civatê, cunta leşkerî ya 26’ê Tîrmehê li Nîjerê dabe pêk aniyî hişyar kir û got:

Eger, Serokomar Mihemed Bazûm bernede wê destwerdana leşkerî bê kirin.

ECOWAS ji bo careke din rêveberiya Bazûm dest bi kar bike jî hefteyek dem da darbekaran.

Di Civîna Bilind a Awarte ya ECOWAS de ku li Abujaya paytexta Nîjeryayê bi rojeva Nîjerê pêk hat de, ji bo cûntaya leşkerî rêze ceza hatin girtin.

Cezayên li dijî darbekarên Nîjerê hatîn girtin

Serokê Komîsyona ECOWAS Omar Touray piştî lûtkeyê daxuyanî da çapemeniyê û wiha got:

Welatên ECOWAS hemû sînorên hewayî û bejayî ji Nîjer re girtine û mal û milkên Nîjerê yên li Bankeya Navendî ya Dewletên Afrîkaya Rojava (BCEAO) hatine cemidandin.

Touray diyar kir ku muxatabê rewa yê li Nîjerê Serokomar Mihemed Bazûm e û bi tu awayî darbekar nayên naskirin.

Touray bal kişand ku ji bo Serok Bazûm serbest berde û vegere peywira xwe hefteyek dem ji cûntayê re hat dayîn û ev tişt anî ziman:

“Eger di vê demê de daxwazên wan neyên pêkanîn, em ê her cure bijardeyan di nav de mudaxeleya leşkerî jî binirxînin.”

Serokê Çadê Debî wê navbeynkariyê bike

Li aliyê din Serokê Çadê Mahamat Îdrîs Debî jî ji bo xebatên navbeynkariyê bi cûntaya Nîjer re bike hat erkdarkirin.

Di vê navberê de piştî darbeyê cara yekem Bazûm di çapemeniyê de xuya kir.

Li paytexta Nîjerê Nîameyê bi hezaran kes li ber Sefaretxaneya Fransayê li hev civiyan û êrişî avahiya sefaretxaneyê kirin.

Serokomar Emmanuel Macron diyar kir ku ew ê li Nîjerê êrişên li dijî berjewendiyên welatê wî qebûl nekin.

Li Nîjerê di nava 36 salan de darbeya çaran

Li Nîjeryayê ne cara yekem e ku derbeyek çêdibe.

Dîroka Nîjera çol, bi xizanî û derbeyan tijî ye.

Nîjer a koloniyeke berê ya Fransayê bû, piştî 1960’an serxwebûna xwe bi dest xist.

Lê ji wê demê ve li welat, çar derbe pêk hatin.

Darbeya yekem di sala 1974 de, ya dawî di Sibata 2010’an de çêbû.

Li Nîjerê hêrsa li dijî Fransa

Back to top button