Salvegera 3. a şihadeta rojnamevan Nûjiyan Erhan

Îro salvegera 3. a şihadeta rojnamevan Nûjiyan Erhen e. Nûjiyan ji bo êşa gelê Şengalê ji cîhanê re ragihîne, di encama êrîşa komên çekdar ên bi navê Pêşmergeyên Roj li bajaroka Xanesor de şehîd bû. Nujiyan bû parçek ji Şengalê û bi mîrasê tekoşîna wê û hevlên wê qada çapemeniya azad veguherî qada berxwedanê.

Tuba Ak-yilmaz (Nujiyan Erhan) li Hîlwan a Rihayê ji dayîk bûye.

Nûjiyan ti car li dijî faşîzm û zilmê serî netewandiye.

Ji bo rawestandina şer û bi-dawîbûna kuştina ciwanan, Nûjiyan tevlî çalakiya mertalên zindî yên li Bakûrê Kurdistanê hatin li dar xistin bû.

Nûjiyan Erhan bindestî qebûl nekir û li gel komek ciwan, 2005’an tevlî refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû.

Da ku Nûjiyan jî weke hevriya xwe Gurbet Elî Ersûz bibe dengê heqîqetê, 12 salan bê navber xebatên çapemeniyê meşand.

2014’an dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, Nujiyan Erhan ji bo hovitiya çeteyan ji cîhanê re ragihîne, xwe gihand hawara Êzdiyan.

Piştî şikandina êrîşê, di demek kurt de gelê Şengalê xwe rêxistin kir û YBŞ û YJŞ’ê ava kir.

Li hember vê yekê dijminê gelê kurd xwe ranegirt.

3’yê Adara 2017’an hin komên çekdar ên ku navê ‘Pêşmergeyên Roj’ lixwe kiribûn, êrîşî bajaroka Xanesor a Şengalê kirin.

Rojnamevan Nûjiyan weke her carê bi kamîreya xwe li gel şervanên YBŞ û YJŞ’ê hovîtiya êrîşan radigand.

Dîmenên wan kêliyan ku ji aliyê çapemeniya azad ve hatin kişandin, li tevahiya Kurdistanê û derveyî welat bibûn sedema hêrsek mezin.

Nûjiyan dema ku rewş li wir dişopand birîndar bû, piştî 19 rojan di 22’yê Adarê de li nexweşxaneya bajarê Hesekê ya Rojava şehîd bû.

Cenazeyê Nujiyan di 25’ê Adarê de li Şengalê hat bin axkirin.

Nujiyan bû parçek ji Şengalê û êşa gelê wê gihand cîhanê.

Bi mîrasê ku bi pêşengiya Gurbetelî Ersoz destpê kir, bi Şîlan Kobanî, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan û Evîn Buldan dewam kir.

Bi vî awayî çapemeniya azad bû yek ji qadên berxwedanê yê herî mezin.

Îro li ser şopa Nûjiyan û hevriyên wê bi sedan jin ji bo derbaskirina zimanê nêr yê cinsiyet-perest û teşhîrkirina tundiya dewlet û mêr ya li dijî jinê, di nava qadên ragihandina azad de cih digirin.

Back to top button