Leyla Guven: Ji bo edaletê divê em serî rakin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, diyar kir ku AKP girtîgehan bi siyasetmendar, akademisyen, rojnamevan û xwendevanan tijê kir û got:
Divê bê zanîn ku AKP bi qeyranê re hat dê bi qeyranê re jî biçe. Her wiha ji bo edaletê divê me serî rakin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven derbarê, destdirêjiya li hemberî jin û zarokan, binçavkirin, Peymana Stenbolê, Tecrîda li Îmralî, qeyrana aborî û siyasî ya li Tirkiyê axivî.

Leyla Guven diyar kir ku di pêvajoya dawiyê de gelek kes bi awayek dij-qanûnî hatin binçavkirin û ceza li wan hat birîn.

Hevseroka KCD’ê anî ziman ku dawîkirina tecrîdê ji xala herî girîng e û got:

“Ji bo bidawîkirina tecrîdê, emê têkoşîn û xebatên xwe bidomînin. Azadiya Ocalan ji me re destpêk e. Di kesayeta birêz Ocalan de, emê bibin dengê hemû girtiyên azadiyê”.

Leyla Guven balkişand ser bûyera Parêzer Ebrû Tîmtîk û weha domand:

Jinek, parêzerek kurd li hemberî zilma desthilatdaran serî netewand û cane xwe da.

Leyla Guven: Li welatekê mirov ji bo dadê canê xwe bide, nikare li wir behsa edaletê bike

“Bi dehan kes ji bo darizandina edilane, li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin. Ger li welatekî mirov ji bo dadê canê xwe bidin, mirov nikare li vir behsa hiqûqê û mafê mirovan bike. Di pêvajoya niha de mafên mirovan tên binpêkirin, goristan tên xerakirin, jin û zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû dimînin û karkar ji kar tên derxistin. ”

Leyla Guven: AKP dixwaze jin û civakê mehkumê hişmendiya xwe ya tarî bike

Hevseroka KCD’ê niqaşên xwevekişandina Tirkiyê ji Peymana Stenbolê wiha nirxand;

“AKP’e peymana Stenbolê ku îmze kiriye dixwaze betal bike. Dixwaze jin û civakê, mehkumê hişmendiya xwe ya tarî bike. Îro li hemberî vê bersivekî bi hêz tê dayîn.”

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bahsa kriza aborî ya li Tirkiyê kir û wiha bi dawî kir;

Ji roja AKP’ê hatî ser îqtîdarê heta îro, li Tirkiyê rewş ber bi xirabûnê ve diçe. Mafê girtiyan, jinan û zarokan li Tirkiyê tê binpêkirin. Mirov ji ber birçîbûnê dawî li jiyana xwe tînin. Êdî gel li dijî vê rêveberiyê der dikevin, xwedî li têkoşîn û mafê xwe derdikevin.

Back to top button