Aldar Xelîl: Swêd careke din bû çavkaniya biryarên nû li dijî Kurdan

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl anî ziman ku biryara NATO’yê parçeyek ji konsepta nû ya li dijî Kurdan e û got, “NATO ji bo êrişeke dagirkeriyê ya li ser Kurdistanê lampeya kesk ji Tirkiyê re vêxist û rê jê re vekir.”
Ji bo xweparastina li hember çi êrişeke dagirkeriyê jî, Aldar Xelîl bang li gelê herêmê kir ku bi her awayî li ber xwe bidin. 

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl der barê peymana Madrîdê ya di navbera Tirkiye, Fînlanda û Swêdê ya li dijî Kurdan ji ajansa Firatê re nirxandin kir.

Aldar Xelîl bi bîr xist ku NATO bi rêya Swêdê û bi hinceta kuştina Olof Palme PKK xist lîsteya terorê, lê derket holê ku ti eleqeya PKK’ê vê bûyerê nîne û got:

“NATO vê carê dîsa bi destê Swêdê planeke nû dixe pratîkî.”

Aldar Xelîl: Helwesta Swêd û Fînlandya ya li dijî Kurdan nayê qebûlkirin

Aldar Xelîl ev helwesta Swêd û Fînlandayê ya li dijî Kurdan rexne kir û got; ev ê neyê qebûlkirin.

Aldar Xelîl: Plana qirkirina Kurdan careke din 29’ê hezîranê xistin pratîkî

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl anî ziman ku biryara NATO’yê parçeyek ji konsepta nû ya li dijî Kurdan e û got, “29’ê Hezîranê û ev helwesta Swêdê ne tesadûf in.”

Aldar Xelîl: NATO’yê ji bo êrişeke nû rê ji Tirkiyê vekir

Her wiha eşkere kir ku NATO ji bo êrîşeke nû ya dagirkirinê lampeya kesk daye Tirkiyê û rê jê ree vekiriye.

Back to top button