Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK: Gavên berfirehkirina NATO’yê îlana dijminatiya gelê Kurd e

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê diyar kir ku gavên berfirehkirina ya NATO’yê, îlana dijminatiya li dijî gelê Kurd e.

Komîteya Têkiliyên Derve, bertek nîşanê mijara bazariyê ya destkeftî, nirx û azadiya gelê Kurd a NATO’yê da.

Daxuyaniya nivîskî ya komîteyê wiha ye:

28’ê Hezîranê li Madrîda, lihevkirina bi desthilatdariya faşîst ya dewleta Tirk re ya Fînlandiya û Swêdê ya wek nûnerên demokrasiyê tên şanîdan, pênaseya durûtî û rewşa wan a kirêt e.

Ev peyman, neheqiyeke mezin e li gelê Swêdê û li yên jê bawer dikin.

Peymana di civîna Madrîdê ya NATO’yê pê li ser li hev hat kirin, derketina xwedî li qetliam û polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk a bi sedan salan a li dijî gelê Kurd e.

Tu hêza li cîhanê bi vî gelî nikare.

Nikare hilweşîna dewleta Tirk li ber têkoşîna gelê Kurd rawestîne û lewma difikire ku wê bi piştgiriya hêzên navneteweyî qirkirinê bike.

NATO, ji sala 1985’an heta niha bi her awayî piştgiriya dewleta Tirk kiriye.

Li gel vê piştgiriyê, îro têkoşîna azadiyê ya gel gihîştiye lûtke yê.

Back to top button