Dewleta Tirk heta niha nêzî 779 caran çekên kîmyawî li dijî gerîla bi kar aniye.
Çalakvanên Hewlêrê li dijî bikaranîna çekên kîmyawî ên dewleta Tirk bang li civata navnetewî kirin ku bêdeng nemînin û helwestên tund nîşan bidin.
Çalakvanê ji Hewlêrê Kirêkar Emîn li ser mijarê da zanî ku Tirkiye ji ber bikaranîna van cûreyên çekan ew ji hemû pîvanên exlaqî dûr e û got:
” Bi karanîna çekên kîmyawî tê wateya ku ew dikare bi hemû cûreyên çekan êriş bike.
Çalakvan Goran Celal jî bang li civaka navnetewî kir ku dengê xwe derxînin û rê nedin ku çekên qedexekirî werin bikaranîn.



