Erdogan gef li Swêd û Fînlandayê xwar

Şefê rêjîma Tirk Erdogan, di berdêla pejirandina endametiya NATO ya Swêd û Fînlandayayê, niyeta xwe careke din eşkere kir.
Erdogan gef li van herdû welatan xwar eger siyasetvanên Kurd ên li van welatan neyên radestkirin, ew ê soza qebûlkirina endametiyê betal bikin.
Swêd jî bi daxuyaniyekê bersiv da Erdogan û got;
“Yekan mekanîzmeya ku dikare biryara radestkirinê bide, dadgerî ye.”

Piştî danûstandinên di navbera aliyan de, herî dawî serok-komarê Tirk Erdogan beriya 3 roja eşkere kir ku ew ê destûrê bidin endametiya Swêd û Fînlandiya a NATO’yê.

Di nava demeke kurt de eşkere bû ku erêkirina Erdogan, di berdêla destûrdayîna êrişa li dijî Kurdan pêk hatiye..

Lewma daxwazên sereke ên Tirkiyê ji Swêd û Fînlandyayê jî nîşaneya vê yekê ne.

Weke mînak,

Radestkirina bi dehan siyasetvanên Kurd.

Rakirina qedexeya li ser firotina çekan.

Terorîzekirina YPG’ê ji aliyê Ewrûpa û NATO’yê ve.

Yanî Erdogan dibêje, tenê di berdêla dijminahiya li dijî Kurdan ew dikarin endametiya Swêd û Fînlandiyayê qebûl bikin.

Di vî warî de jî eşkere gef li van herdû welatan xwar û got;

Eger daxwazên me bicih neyînin, ew ê endametiya wan li meclisa Tirkiyê neyê qebûlkirin.

Şefê rêjîma Tirk îdîa kir ku Swêd soz daye ku 73 kesan teslîmî wan bike û got;

Garantî dan ku ew ê xebatên propagandeya li dijî Tirkiyê jî asteng bikin.

Morgan Johansson: Li welatê me biryara radestkirinê tenê ji aliyê dadgeriyê ve tê dayîn

Piştî gefên Erdogan, Wezîrê Edaletê yê Swêdê Morgan Johansson daxuyaniyek da.

Johansson eşkere kir ku li welatê wî biryarên radestkirinê tenê dikarin ji aliyê dadgerên serbixwe were dayîn û got;

Li Swêdê qanûn di ser her tiştî re ne.

Wezîrê Karên Derve yê Fînlanidya: Li welatê me kesek were dersînorkirin nîne

Wezîrê Karê Derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto jî têkildarî mijarê bersiva pirsên çapemeniya Alman da.

Pekka Haavisto diyar kir ku niha li Fînlandiyayê “doza dersînorkirinê nehatiye vekirin” û destnîşan kir ku dozên bi vî rengî wê li gorî qanûnên Fînlandiyayê bimeşin.

Haavisto got,

“Me bi Tirkiyê re li hev kir ku em li ser hemû mijarên terorê agahiyan bi hev re parve bikin û ji nêz ve zêdetir hevkariyê bikin.”

Back to top button