Bi dengê parlamentera Kurd hikumeta Andersson xelas bû

Hikûmeta Swêdê bi piştgirîya parlementerê Kurd, ji aloziyê xelas bû. Pêşnûmaya bêbaweriyê ya li hemberî Wezîrê Karên Hundir û Edaletê yê Swêdê Morgan Johansson ji aliyê meclîsê ve bi yek dengî nehat qebûlkirin.

Li gorî encamên dengdana li Meclîsê, partiyên rastgir û rastgirên tund nekarîn bigihîjin piraniya mutleq ya 175 dengên pêwist.

Li dijî Wezîrê Edaletê ji 289 dengan 174 deng hatin dayîn.

Tê gotin ku bi dengê parlementera Kurd a bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê Amineh Kakabaveh “pêşî krîzeke muhtemel a ku bibe sedema îstifakirina Serokwezîr Magdalena Andersson” hat girtin.

Amineh Kakabaveh ji 2008’an ve li parlamentoya Swêdê ye.

Kakabaveh beriya niha ji ber hikumeta Swêdê sozên piştevaniya ji bo YPG’ê dayî pêk neanîn, digot wê dest ji piştevaniya hikumeta heyî berde.

Andersson dabû zanîn ku ger dengê bêbaweriyê li Johansson re were pejirandin, ew ê îstifa bike.

Back to top button