Artêşa Îsralê êrişî Başûrê Sûriyê kir

Artêşa Îsraîlê êrişî başûrê Sûriyê kir.
Artêşa Urdunê cihên bazirganên madeyên narkotîk li Quneytira û Derayê bombebaran kirin.
Li Dêrazorê balafirek nenas erebeyek çekdarên Îranê bombebaran kir.
Balafirên Rûsyayê jî parêzgeha Idlibê topbaran kir.

Çekdarên Îranê piştî şerê Îsralî û Hemasê êrişên xwe li dijî artêşa Îsraîlê zêde kirin.

Şevê din çekdarên Hizbullaha Libnanî ên girêdayî Îranê bi 3 moşekan êrişî Colan kirin.

Ev êriş ji aliyê Îsraîlê ve bê bersiv nema.

Piştî vê êrişê, artêşa Îsrîlê 2 nuqte li gundewarê parêzgeha Quneytira û Derayê bombebaran kirin.

Heta niha der barê kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Artêşa Urdunê êrişî Başûrê Sûriyê kir

Hem wextî êrişên Îsraîlê, li ser sînorê Urdun û Sûriyê jî dengê teqînan hatin bihîstin.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku balafirên şer yên Urdunê êrişî başûrê Sûriyê kir.

Balafirên Urdunê, dever û nuqteyên bazirganiya narkotîkê lê tê kirin ên li gundwarê Siwêda û Derayê kirin aramc.

Di encamê de, 5 kes hatin kuştin.

Tê gotin di êrişê de, bazirganê narkotîkê yê bi navê Nasir Feysel El Sadî yê nêzî Hizbullaha Libnanê û saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê ye hatiye kuştin.

Li Dêrazorê balafirek nenas erebeyek çekdarên Îranê kir armanc

Li aliyê li çolistana Sûriyê çekdarên Îranê ji aliyê balafirên nenas ve tên armanckirin.

Şevê din balafirek bêmirov a biçek li gundewarê parêzgeha Dêrazorê erebeyek çekdarên Îranê bombebaran kirin.

Tê gotin di êrişê de, 3 çekdarên Îranê hatin kuştin.

Tê îdiakirin ku balafira nenas ya hêzên Amerîkî û koalisyona Navneteweyî ye.

Balafirên Rusyayê êrişî Idlibê kir

Li aliyê herêma bêçek jî şer dewam dike.

Balafirên şer yên Rusyayê eniya rojava ya parêzgehaz Idlibê bi 4 êrişên esmanî bombebaran kir.

Li gundewarê Hemayê leşkerekî hikuemta Şamê ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam hate kuştin.

Li xetên şer yên li Lazqiyiyê jî di topbarana hêzên hikumeta Şamê çeteyek birîndar bû.

Artêşa Îsraîlê êrişî Şamê kir

Back to top button