Artêşa Îsraîlê êrişî Şamê kir

Artêşa Îsraîlê êrişî bajarê Şamê kirin.
Balafirên Rûsyayê xalanên çeteyan li gundewarê Idlibê bombebaran kirin.
Li ser sînorê Urdun-Sûrî dinavbera bazirganên madeyên narkotîk û hêzên parastina sînor ên Urdunê de şer derket.

Êrişên Îsraîlê bi hiceta hebûna çekdarên Îranê li dijî Sûriyê dewam dikin.

Şevê din artêşa Îsraîlê bi moşekan 2 caran êrişî paytexta Sûriyê Şamê kir.

Ajansa SANA a hikumeta Şamê eşkere kir ku di êrişê de 2 leşkerên hikumetê birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî êriş Îsraîlê li dijî Şamê piştrast kir û got:

Pergala parastina esmanî ya hikumeta Şamê û navendên çekdarên Îranê li gundewarê Şamê hatin bombebarankirin.

Çavdêriya Sûrî: 2 kesên nenas hatin kuştin

Çavdêriya Sûrî ragihand ku di encamê de, 2 kes ku nasnameya wan nediyare hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Cihên ku hatin armanckirin bi temamî hatin rûxandin.

Balafirên Rusyayê li Idlibê êrişî xalên çeteyan kirin

Li herêma qaşo bêçek rojekê jî bê şer derbas nabe.

Balafirên Şer yên Rûsyayê nuqteyên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li gundewarê Idlibê bombebaran kir.

Li heman derverê, çeteyên Fetih El-Mubîn xalên hêzên hikumeta Şamê topbaran kirin.

Di encamê de, leşkerekî hikumeta Şamê hatin kuştin.

Hêzên Hikumetê jî bi topan êrişî cihên çeteyan yên li çiyayê Zawiyê ya başûrê Idlibê kirin.

Xwepêşandanên li Siwêdayê bêtirî 4 meh in didomin

Tevî ev rewşa li Sûriyê hîn jî dengê têkoşîna guhetina siyasî û sûriyekek ne-navendî bilind dibe.

Li Siwêdayê xwepêşandanên gel yên bi vê armancê 4 meh in didomin.

Xelkên Siwêdayî îro bi girseyî di nava kolanên bajêr geriyan.

10 s beta biherikîn

Xwepêşandêran banga xweseriya Siwêdayê û Sûriyeke ne-navendî kirin.

Her wiha banga berdana girtiyan û pêkanîna biryara NY’ê a 2254’an kirin.

Back to top button