Artêşa Urdinê: Li sînorê Sûriyê gelek leşker birîndar bûn

Di demên dawî de li sînorê di navbera Urdin û Sûriyê de hewldanên derbaskirina madeyên hişbir çêdibin.
Ji ber vê yekê artêşa Urdinê li dijî qeçaxciyên hişbiran ku li sînorê Sûriyê derbas dibin operasyonan lidar dixe.
Artêşa Urdinê ragihand ku di operasyona rêgirtina li derbasbûna madeyên hişbir, rokêt û çekên otomatîkî yên li ser sînorê Sûriyê de, di şerê bi qaçaxçiyan re gelek leşkerên wê birîndar bûne.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê artêşê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di navbera bazirganên hişbirê yên ku dixwestin ji sînorê bakur bi rêyên derqanûnî bikevin welêt û leşkerên li ser sînor de pevçûn derket.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di pevçûnan de gelek leşkerên girêdayî yekîneyên sînor birîndar bûne

û di encama pevçûnan de “pêşîgirtina qaçaxçiya gelek madeyên hişbir, çekên otomatîk û mûşekan” hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di rojên dawî de operasyonên li dijî hewldanên ketina hundir û qaçaxçîtiyê zêde bûne.

Artêşa Urdunê ragihand ku di şerê 12’ê Kanûnê de bi bazirganên madeyên hişbir re ku hewl didan ji Sûriyê derbasî welêt bibin, leşkerek hat kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Ji ber têkçûna rewşa ewlehiyê, bi taybetî li cîranên Sûriye û Iraqê, Urdin gelek caran dibe qada hewildanên qaçaxçîtiyê.

Artêşa Urdunê ragihand ku wan ji Cotmeha 2021’ê ve gelek firokeyên bêmirov ku bi maddeyên hişbir, çek û teqemenî barkirî ji Sûriyê bo Urdinê hatine şandin, xistine xwarê.

Sûriye û Urdin di 23’ê Tîrmehê de ji bo têkoşîna li dijî qaçaxçiya narkotîkê li ser sînor civîneke ewlehiyê li dar xistibûn.

Back to top button