Şerê Îsraîl û Hemas: 73 roj

Li nava Xezayê bangên agirbestê bi dijwar bûna şer tê bersivandin.
Hikumeta Hamasê ragihand ku li bakurê Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de 110 kes hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê piştî dîtina tunela herî mezin a Hemasê, biryardariya domandina şer da.
Hemwextî vê, çapemeniya Îsraîlê îdia kir ku lîderên Hemasê li Tirkiyê civiyan e.

Şerekî ku dawiya wê xuya nake.

73 rojin Îsraîl û Hemas li şerîda Xezayê di nava şerekî dijwar de ne.

Li Cîbaliyeyê di êrişê de 110 kes mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku li Cîbaliye ya li bakurê Şerîda Xezeyê di êrîşên Îsraîlê ya doh de, 110 Fîlîstînî hatine kuştin.

Li gorî bîlançoya dawî ya wezaretê ku roja Înê weşand, ji 7’ê Cotmehê ve hejmara qurbaniyan gihîştiye nêzî 19 hezar î.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ji 36 nexweşxaneyên li Şerîda Xezayê 8 nexweşxane tenê dikarin kar bikin.

Li gorî AFP’ê jî rêxistinê bandora operasyonên Îsraîlê yên doh li ser du nexweşxaneyên li bakurê Şerîda Xezayê şermezar kir.

Li Şerîaya rojava di nava 73 rojan de; 4575 Filistînî hatine binçavkirin

Hemwextî şerê navbera Îsraîl û Hemasê heta niha, li Şerîaya Rojava û Rojhilatê Qudisê 4 hezar û 575 filistînî hatine binçavkirin.

Îsraîl li Şerîda Xezayê tunela herî mezin a Hemasê dît

Di wextekî bengên agirbesta şerê li nava Îsraîl û Hemasê dijwar dibe.

Îsraîl oparasyonên xwe yên Şerîda Xezayê berfireh kiriye.

Artêşa Îsraîlê li Şerîda Xezayê tunela herî mezin ya Hemasê dît.

Tunel ewqas mezin e ku wesayît jî dikarin têre derbas bibin.

Netanyahu piştî dîtina tunelê soza domadina şer da

Piştî vê yekê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu soza domandina bi hemasê re da.

Netanyahu ji wezîrên xwe re got;

Me ev destûr ji malbatên leşkerên ku di şerê li Xezeyê de mirine wergirtiye.

Netanyahu diyar kir ku hêza wan heye şer bidomînin û agirbestê nekin.

Çapemeniya Îsraîl: Lîderên Hemasê li Tirkiyê civiyan e

Hemwextî vê yekê kanala giştî ya Îsraîlê KAN li ser mijarê nûçeyek parve kir.

Di nûçeyê de hate îdiakirin ku şandeyek di nav de Alîkarê Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Salih Arûrî û rêveberê derve yê rêxistinê Xalid Meşal jî heye beşdarî civînê bûne.

Hat îdiakirin ku biryar hatiye dayîn ku civîn bi taybetî li Tirkiyeyê were lidarxistin.

Ev yek jî bi armanca ku ji bo kombûna lîderên Hemasê cihê herî ewle ku dikare were peydakirin Tirkiye ye.

Ji sê welatên Ewropî yê hevalbendên Îsraîlê peyama agirbestê

Back to top button