Meclisa Amûdê piştgirî da serhildanên li Rojhilat û Îranê

Li herêmê jî çalakiyên bi armanca piştgiriya serhildanên gel a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dikin.
Meclisa navçeya Amûdê bi daxuyaniyekê banga piştgiriyê li sazî û hêzên navnetewî kir.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Maclisê Newroz Elî ve li Qada Jina Azad û bi beşdariya bi dehan nûnerên saziyên jinan hate dayîn.

Meclisê destnîşan kir ku rêjîma Îranê nekarî gel bê deng bike û got:

“Rejîma Îranê ji dema hatî ser desthilatê ve rêbazên tepisandinê bi kar anîn, qebûl nekir ku pirsgirêkên xwe yên hundirîn bi rêya diyalogê çareser bike.

Meclisê da zanîn ku pêla serhildanê li girtîgehan jî belav bû, ji lew re li Girtîgeha Evîn şewat derxist.

Meclisê di dawiyê de bang li NY û rêxistinên mafên mirovan kir ku erka xwe pêk bînin û kiryarên hovane yên li djiî gel rawestînin û got:

“Em ê gelê Rojhilatê Kurdistanê bi tenê nehêlin.”

Back to top button